image

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa vîrusa koronayê ya 24 saetên borî eşkere kir.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro 19ê Îlonê roja Yekşemê de ragihand, di nav 24 saetên borî de 17 kesên din ji koronayê mirine û 1253 kes jî pê ketine.

Bi van hejmarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 318 hezar û 820 kesan, ya mirinan jî bû 5 hezar û 712 kes.

Herwiha di 24 saetên dawî de 1476 nexweşên koronayê baş bûne ku hejmara kesên heta niha baş bûne jî gihîşt 285 hezar û 350 kesan.