image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1117 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 13 kes jî pê mirine.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe ya îro Çarşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1117 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 289 kes li Hewlêrê, 372 kes li Silêmaniyê, 329 kes li Duhokê, 32 kes li Helebceyê, 65 kes li Germiyanê û 30 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1036 kes baş bûne ku ji wan 360 kes li Hewlêrê, 343 kes li Silêmaniyê, 211 kes li Duhokê, 29 kes li Helebceyê, 75 kes li Germiyanê û 18 kes li Raperînê ne.

Li Herêma Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketinên heta niha gihîşt 322476 kesan, ya mirinan bû 5745 kes û 288637 kes jî ji destpêka pandemiyê ve baş bûne.