image

PeyamaKurd - Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Cenab Nûrî û Encûmena Wezîran a Kurdistanê civiyan.

Wezareta Darayî û Aborî ragihand, Îro Yekşemê 26ê Hezîranê, Wezîrê Darayî û Aborî ligel civata wezîran civiya û dê li ser plan û bernameyên cîbicîkirina yasaya çaksaziyê kar bikin.

Hat diyarkirin ku di civînê de hemû beşdaran pêşniyar û plansaziyên xwe pêşkêşî Wezîrê Darayî û Aborî kirin û li ser pêşniyaran gotûbêj kirin.

Awat Cenab Nûrî da zanîn, bernameyên Encûmena Wezîran dê li ser du esasan bin, ew jî plansaziya demkurt û stratejiya demdirêj.

Di dawiyê de Wezîrê Darayî bal kişand ser ku ji bo zêdekirina dahatê pêwîstiya me bi pêngavên pratîkî heye û karê meydanî û dê hevahengiya aliyên din jî karê me be.

Hêjayî gotinê ye, îro 26ê Hezîranê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandeke pê re serdana Wezareta Darayî û Aborî kiribû û mijara dahatê hatibû gotûbêjkirin.