image

Di salvegera qirkirina Helebçê ya 30emîn de li paytexta Emerîka li Washingtonê konferansek hate lidarxistin. Hikûmeta Kurdistanê ev konferans organîze kir û gelek rayedarên Hikûmeta Kurdistanê û rayedarên girîng û nivîskarên Emerîkî jî beşdarî vê konferansê bûn.

Di konferansê de Kurdologê Emerîkî Gen Robert nêrînên xwe parve kirin û Robert wiha got: Ez di salên 1980an de li Kurdistanê bûm û min baş dît ku Seddam çawa li dijî Kurdan qetlîamên wehşî kirin. Gundên Kurdan dihatin şewitandin, li her derê îşkence, hebs û kuştin hebû. Di wê demê de Serokê Emerîkayê Ronald Reagen bû û wî jî çavên xwe li ber vê zilmê girtin. Heta hinek çapemeniya Emerîkayê hewl dida ku vê wehşetê veşêrin. Lewra Seddam muttefîkê Emerîkayê bû. Raporên min ên di derbarê van qetlîaman de hebûn lêbelê nedihiştin ku ez wan biweşînim. Di vê qirkirinê de muheqqeq teliya Îranê jî hebû.