image

PeyamaKurd – Hevserokê YNKê Lahor Cengî yê serokê xiyanetkarên 16ê Cotmeha 2017an di nav YNKê de, beyanameya polîtburoya partiyê ya piştgiriya hikûmeta Kurdistanê dike ji weşanê rakir.

Hat zanîn ku Lahor fişar li ser medya nêzîkî YNKê kiriye û beyannameya polîtbûroyê ya ku îro li saet 03:00ê ber bi sibehê ve li ser encamên civîna doh ya partiyê belav kiriye û piştevaniya tîma YNKê ya di nav hikûmetê de dike da ji ser medyayê da rakirin.

Lahor Cengî piştre jî nivîsek di çapemeniya fermî ya YNKê de li dijî beyanameya politburoya YNKê belav kir û behsa hilweşandina beşdariya YNKê ya li parlamentoyê, hikûmeta Kurdistanê kir û hilbijartinên pêşwext bibîr xist.

Lahor dibêje: “Desteya rêveber dicive. Eger hikûmeta Herêmê û Bexda li hev nekin, hikûmet di warê hatin û xerc de şefaf nebe, em ê nebin şirîkê wan, em ê barê nedayîna mûçeyan ranekin. Vekişîna ji hikumetê û hilbijartina pêşwext jî wê rêyek be li pêşiya me.”