image

Peyamakurd - Parêzgariya Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku qedexeya derketina derve ya li 73 mehele û mezrayên navçeya Liceyê hatiye rakirin.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de navên deverên qedexe lê hatibû ragihandin rêz kir û diyar kir, qedexeya ku 7ê Mijdarê hatibû ragihandin, 9ê Mijdarê ji demjimêr 24.00 pê ve hatiye rakirin.

Qedexe li 19 tax û 54 mezreyên navçeya Liceyê hatibû ragihandin.