image

PeyamaKurd - Li navçeya Licê ya Diyarbekirê, bi hinceta operasyonên dijî PKKê li 9 herêmên ewlekariya taybet 15 rojan qedexe hate ragihandin.

Parêzgariya Diyarbekirê ragihand, 9 deverên li sînorê taxên Zengezor û Mizagê yên navçeya Liceyê wekî, “heremên ewlekariya taybet” 15 rojan ji çûnûhatina welatiyan re hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku qedexe ji 7ê Hezîrana 2023an ve destpêkiriye û heta 22yê Hezîrana 2023yan berdewam dike.

Hatiye diyarkirin ku qedexe ji bo “dabînkirina ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtûjiyê û her rewşeke xirab” hatiye ragihandin û yên pabendî qedexeyê nebin wê derbarê wan de lêkolîn bê destpêkirin û bên ceza kirin.