image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê kesekî ku pereyên sexte çêdikir hatiye girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rojavayê Kurdistanê  bi daxuyaniyekê ragihand ku vê sibehê 6ê Nîsanê li navçeya Amûdê ya girêdayî Qamişlo ya herêma Cizîrê kesekî ku pereyê sexte çêdikir hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hejmareke şêniyên Amûdê gilî pêşkêşî hêzên me kirin û diyar kir ku pereyên sexte bi dest wan ketine, bêyî ku zanibin ji ku derê bi dest xistine."

Hêzên Ewlekariyê da xuyakirin ku bi koordîneya Beşa Têkoşîna li dijî Sûcan a navçeya Dirbêsiyê dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirine.

Beşa Têkoşîna li dijî Sûcan a Amûdê ragihand ku wan hejmarek ji pereyên hezar lîreyên Sûriyê yên sexte, alaveke çapkirinê ji cureya EPSON, alaveke pereyan qut dike û 2 telefonên destan desteser kirine.

Hat diyarkirin ku kesê hatiye girtin veguhestine Komîteya Lêpirsînê da ku tedbîrên qanûnî ji bo wî bên wergirtin.