image

PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê karên hundir yê Tirkiyê İsmail Çataklı çû qeza Ardaxanê ya bi navê Goleyê ku lê erdhej çêbûbû. Di erhejê de herî zêde zerar li navça Gole ya Ardaxanê çêbû û bi taybetî li 5 gundên wê. Çataklı, seredana her 5 gundan jî kir ku navên wan yên ku bi Tirkî hatine danîn; Çullu, Esenyayla, Küçükaltunbulak, Koyunlu û Kuytuca ne. Navenda erdhejê bi xwe gundê Çullu ye.
Çataklı li wê derê bi gundiyan re civiya û li pirsgirêkên wan yên ji ber erdhejê guhdarê kir. Di encamê de Çataklı encamnameya erdhejê weha ragihand:

“Erdhej bandorê li 20 gundan kiriye û xesarê daye 12 gundan. Bi taybetî xesara li 6 gundan zêdetire. Li gor heyeta tesbîtê; xesara giran di 102 xaniyan de çêbûye. Di 77 xaniyan de xelk dimîne. 87 axwur zerara mezin diye lê xelk 44 ên wan bikartîne. Ev tesbîtên ewilîne û tesbîta esasî wê bêkirin û wê lîstê daleqînin. Wê xelk karibe îtîrazên xwe bike.

Heya niha me 160 kon şandibû û ji wan 150 kon hatine vegirtin. Me, daxwazên gundiyan jî dît bê çine. Li her gunekî tîmekî me heye. Kızılay xwarina germ dide xelkê. Ji aliyê xwarin û vexwarinê de wê ti astengî çênebe.”