image

PeyamaKurd- Li navenda bajarê Hekkariya û 4 navçeyên wê heya 15 rojan derketin û çûyîna wan deveran ji aliyê parêzgeriyê de hat qedexekirin. Çûn û hatina van deveran bi îzna hêzên asayîşê, yên polîs û cendirmeyan ve hat girêdan.

Li gor ragihandina parêzgehê; tevgerên ku tên kirin bandora neyînî li jiyana civakî û pêşdeçûna aborî ya bajêr dike. Tedbîrên ku hatine sitendin, bo navenda Hekkariya, navçeya Çelê, Şemzînan û Geverê ne. Qedexe di 11 ê sibatê siet di 00.01ê de destpêdike û heya 25 ê sibatê siet 23.59 an dewam dike. Deverên navborî weka “herêmên taybet yên ewlekariyê” hatin ragihandin.