
PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê 8 kesên gumanbar, bi sedema ji bo pirsgirêka seqetiyê rapora astengiyê sitendine û ‘mehaneyên astengiyê û lênêrînê’ sitendine, ji ber zerarê dane dahata giştî, hatin binçavkirin. Serdozgeriya bajarê Şirnexê ji ber van sedeman biryara binçavkirina her 8 kesan da: “Ji bo sûc bikin rêxistinê ava kirine” , “dezgeyên giştî xistine zerarê û dalavere kirine” û “di belgeyên fermî de sextekariyê” kirine.
Hêzên asayîşê beşa têkoşîna bi sûcên rêxistinî re têdikoşin, li navenda bajêr û navça Cizîrê avêtine ser adresan û kesên bi navên E.Y, M.M, N.Ü, Ş.M, M.Y, H.Ş, İ.B. û D.P. xistine binçav.
Di lêgerîna adresan de fotokopiyên nasnameyan, raporên heteyan, dokumanên din û materyalên dîjîtal ketine dest. Girtina îfadên gumanbaran li baregeha asayîşê dewam dike.