image

PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Batmanê beşa TEM ê û îstîxbaratê piştî agahiyan da hev, bi serpereştiya serdozgeriya Batmanê operasyonan da destpêkirin. Operasyon bi sedema rêxistina di nav Tevgera Ciwanan ya Şoreşger de xebatê dikin û ji bo rêxistinê propoganda kirine, avêtin ser adresên wan.

Di operasyonan de 13 kesan xistin binçav. Di malan de alavên dîjîtal û dokumanên rêxistinî hatine girtin lê naveroka wan çiye nehat zanîn. Navê gumanbaran nehat ragihandin û amadekirina ewraqên wan desteserkiriyan li baregeha asayîşê dewam dike.