image

PeyamaKurd - Li Bakurê Kurdistanê li Bedlîs û Batmanê hinek gund ji ber derketina tûşbûyên Covid-19 hatin karantînakirin.

Hat ragihandin ku li gundekî navçeya Sason a Batmanê bi fermana parêzgariyê karantînaya vîrusa koronayê dest pê kiriye.

Li gorî zanyariyan li gundê Ergun yê Sasonê ji ber tûşbûna kesekî bi vîrusa koronayê ku ji Stenbolê çûye Sasonê fermana karantînakirinê hat dayîn.

Herwiha li bajarê Bedlîsê navçeya Tetwanê jî hejmarek tax û gund hatine karantînakirin ku li wan deran jî tûşbûyên Covid-19 peyde bûne.

Deverên ku hatine karantînakirin ji çûnûhatinê re hatine qedexekirin û ji aliyê cendermeyan ve têne parastin.