image

PeyamaKurd – Pêla koçberan ya di ser bakûrê Kurdistanê de ranaweste. Li bajarê Bedlîsê li ser rêya Bedlîsê û Baykanê di wexta tîmên cendirmeyan kontrola rê dikirin, mînîbusekî dan sekinandin û di karawana pêve girêdayî de 70 koçberên Afxanî hatin girtin. Cendirme ajotvan xistin binçav.

Tîmên cendirmeyan li ser gumanê mînîbusê dan rawestandin. Piştî desteserkirina 70 koçberan wan birin teslîmê rêvebiriya koçberan ya bajarê Bedlîsê kirin û ji bo wan bişînin welatê wan Afxanistanê, wê rêvebiriya bajarê Bedlîsê wan bişîne rêvebiriya koçberan ya li bajarê Wanê.