image

PeyamaKurd – Bi sedema ku şêwirmendê Serokwezêr Brîtanyayê Boris Johnsan, Dominic Cummings, pabendî rêkarên qedexeya derve nebû û derket derve krîzekê di hikûmeta Brîtanyayê de rû daye.

Wezîrê Skoçî yê hikûmeta Brîtanyayê Krizde Douglas Ross, bi sedema ku Johnson xwedî li vê helwesta şêwirmendê xwe derketiye karvekêşana xwe ragihand.

Douglas Ross li ser medya civakî ragihand, “Bûyerên vê dawiyê tên wê wateyê ku ezê êdî nikaribim ligel hikûmetê kar bikim.”

Ross got ku ewê dê ji bo gelê Brîtanyayê jî derbarê helwesta xwe de ronîkirinekê bike û diyar kir, “Ez nikarim ji wan re (gel) bibêjim ku we hemûyan şaşî kiriye, lê şêwirmendê hikûmetê ya rast kiriye.”