image

PeyamKurd - Şeva borî 2 ciwanên Kurd ji gundekî qezaya Daqûqê ya başurê Kerkûkê ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Li gorî zanyariyên berdest, xizmên wan ciwanan gotine ku li gundê Yengice yê Daquqê 2 ciwan hatine revandin ku nobedariya bîrên petrolê dikirin.

Çavkaniyên herêmî diyar dikin, ji ber ku tevgera terorîstên DAIŞê li nêzîkî gundê wan heye, guman heye ku ew ji aliyê DAIŞê ve hatibin revandin.

Her wiha hat ragihandin, wan hêzên ewlehiyê ji wê bûyerê agahdar kirine û niha li cihên bilind yên wê navçeyê li wan du ciwanan digerin.

Hêjayî gotinê ye ku dem bi dem Daquq ji aliyê DAIŞê ve tê armanckirin.