image

PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li navça Geverê li deriyê gumrika navbera Tirkiyê û Îranê yê bi navê Sêro (Esendere) di navbera wezîfedarên gumrika Tirkiyê û Îraniyan de pevçûn derket. Pevçûn bi sedema ku eşyayên Îraniyan zêde bûn û xwestin derbasî terefê Kurdistana Bakûr bikin, derket.

Hêzên asayîşa gumrikê tenê her dû terefan ji hev veqetandin û nehiştin bûyerekî encama wê nebaş biqewime. Dozgeriya Geverê (Yuksekova) li ser bûyerê lêpirsînê da destpêkirin ji ber ku her dû teref ji hev dawedar bûn.