image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, pîrejineke Kurd dema li derve dimeşiya, bi guleyeke çekdarên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî artêşa Tirkiyê hate kuştin.

Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, doh 4ê Hezîranê dema pîrejina bi navê Qedriye Îbrahîm Elî ya 70 salî di kolana xwe re dimeşiya, guleyek ji çeka çekdarekî li pêş baregeha Sultan Mihemed El-Fatih lê ket û bi giranî birîndar bû.

Hat diyarkirin ku ew pîrejina Kurd ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin, lê ji ber giraniya birîna xwe can daye.

Rêxistina Mafên Mirovan daye xuyakirin ku 1ê Hezaranê jî çekdarên koma Sultan Silêman Şah (Emşat) li navçeya Şiyê li Muxtarê taxa Haco, Mihemed Arif Akarî û welatiyek din yê bi navê Zekeriya Kosa xistin û gefa kuştinê li wan xwarine.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve di bin kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar de ye, ji wê demê ve bi seden bûyerên kuşin, lêdan, îşkencekirin, revandin û talanê li ser Kurdên herêmê pêk tên.