image

PeyamaKurd – Li bakûrê Efrînê erebeyekî bombekirî li navenda bajêr hat teqandin û di encamê de 5 zarok birîndar bûn. Teqîn berya fetarê çêbû.

Li deverê zerarên maddî jî çêbûn. Zarokên birîndar hatin birin bo nexweşxana bajêr û niha tên dermankirin.

Heya niha kes bûyerê negirtiye ser xwe.