image

PeyamaKurd – Li bajarê Entabê di 24 ê mehê de bi fermana serdozgeriyê, ji bo ser PKK ê operasyon hat kirin û di encamê de 9 kes hatin binçavkirin. Piştî îfadên her 9 kesan hat sitendin, wan birin dadgehê û di encamê de 3 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 6 kes hatin zîndanîkirin.

Her 9 kesên hatin binçavkirin ji Sûriyê ne. Binçavkirina 9 kesan li ser îfadê kesekî ku li Şemzînane hat girtin û li ser wan îfade daye.