image

PeyamaKurd Baroya Colemêrgê ku bertek nîşanî leşkerê li Colemêrgê bû sedema mirina zarokê 5 salî, weke "îhmalkariya bi zanebûn heye" nirxand, OHD û ÎHDê jî diyar kirin ku ew ê bûyerê bişopînin.

Wesayîta ku çawîşê pispor ê li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Geverê diajot, ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi rêya Wanê ve bi pêş ve diçû, li zarokê bi navê Erdem Aşkan ê 5 salî qelibî.

Zarokê 5 salî li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê jiyana xwe ji dest da.

Di derbarê bûyerê de ji teref Serdozgeriya Komarê ya Geverê ve lêpirsîn hat destpêkirin û hat îdiakirin çawişê pispor ê ku ajokarê wesayîtê bû hat binçavkirin.

DAXUYANIYA BAROYA COLEMÊRGÊ

Di daxuyaniya Navenda Mafên Zarokan a Baroya Colemêrgê de hat gotin, "Bi salane wesayîtên polîsan û panzer li ser ewlehiya gelê herêmê xeteriyeke mezin e."

Derbarê mirinan de jî hat gotin, "Tu tedbîr nayên girtin, îhmalkariya bi zanebûn heye."

ÎHD: EM Ê BÛYERÊ BIŞOPÎNIN

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê hat dayîn de wiha hat gotin: "Di encama qezaya wesayîta taybet a bi talîmata leşkeran a li Cendirmeyên Navçeya Geverê de zarokê 5 salî E.A jiyana xwe ji dest da. Em diyar dikin ku em ê bûyerê bişopînin û ji malbat û xizmên xwe re sebrê dixwazin.

OHD: NE WESAYÎTA ZIRXÎ YE, WESAYÎTA TAYBET E

Li aliyê din Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÖHD) Şaxa Colemêrgê jî diyar kir ku ew ê bûyer û lêpirsînê bişopînin.

Herwiha di daxuyaniya OHDê de wiha hat gotin: "Li gorî agahiyên dawî yên ku ketine destê me, hat hînbûn ku wesayîta tev li bûyerê bûye ne wesayiteke zirxî ye, wesayîteke leşkeran e."