image

PeyamaKurd – Li bajarê Hekkariya li mezra Anîtosê ya bi ser gundê Marûnisê, di navbera artêşa Tirkiyê û PKK ê de ev 2 roje ku şer dewam dike. Li gor ajansa MA yê di şer de 4 PKK yî jiyana xwe ji dest dane û cenazê wan birine nexweşxana dewletê ya Hekkariya.

Li herêmê li devera Çiyayê Berana, çiyayê Bûsindî, Melûnan û Siwarê Beriya operasyon dewam dike.

Wezareta karên hundir ya Tirkiyê jî heman ragihandinê kir ku di operasyonê de 4 gerîllayên HPG ê jiyana xwe ji dest dane. Heya niha di mijarê de PKK ti daxwuyanî nedaye.