image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1099 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 26 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1099 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 509 kes li Hewlêrê, 393 kes li Silêmaniyê, 140 kes li Duhokê, 28 kes li Helebceyê, 29 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 26 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 8 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 3 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1805 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 650 kes li Hewlêrê, 546 kes li Silêmaniyê, 504 kes li Duhokê, 34 kes li Helebceyê, 55 kes li Germiyanê û 16 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê ji destpêka pandemiyê heta niha gihîşt 345844 kesan, ya mirinan bû 6080 kes û heta niha 318951 kesan jî wefat kiriye.