image

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber proseya dengdanê ya hilbijartinên giştî yê Iraqê, ligel roja Yekşemê sibe Duşemê jî wekî bêhnvedana fermî ragihand.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji ber beşdarîkirina hejmareke zêde ya hêzên ewlekariyê di roja dengdanê de ji bo parastina aramiya bingehên dengdanê û mana hejmarek fermanber li ser sindoqên dengdanê, heta wê dema ku deng têne cudakirin, herwiha çûna hejmareke zêde ya dengderan bo derveyî bajar ji bo ku deng bidin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye roja duşemê jî li gel roja Yekşemê bibe bênvedana fermî.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Wezîrên Iraqê beriya niha ragihandibû, ji ber hilbijartinan rojên yekşem û duşemê li hemû dezgehên hikûmetê bênvedana fermî ye.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw doh eşkere kiribû, roja yekşemê 10ê Cotmehê ji bo hilbijartinên pêşwext yên Iraqê, bazar û mall girtî ne, lê çûn û hatina di navbera parêzgehan de vekirî ye û dabû zanîn ku daxistina bazar û cihên giştî di roja dengdanê de, biryara komisyonê ye ne ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.