
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên rewşa vîrisa koronayê eşkere kir.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku li Hewlêrê du pêketiyên din ên koronayê hatine tomarkirin.
Li gorî daxuyaniyê, herdu pêketiyên nû yên vîrusa koronayê yek ji wan peyayekî 38 salî ji nehiya Giwêr e û yê din jî peyayekî 29 salî ji nehiya Enkawa ye.
Hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine gihîşt 504 kesan ku 5 kesan can daye û 403 kes jî baş bûne.