image

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragihand, 4 nexweşên din ên vîrusa koronayê yên li Hewlêrê piştî tedawiyê baş bûne.

Dr. Dilovan Mihemed Fatih Celal îro 27ê Gulanê di daxuyaniyekê de got: “Hemwelatiyên xweşdivî yên bajarê Hewlêrê, ji we re radigihînin ku 4 nexweşên din ên koronayê, piştî wergirtina çareseriyên pizîşkî bi tevahî baş bûne û rewşa wan a tenduristî cêgîr bûye, û li pey hev pişkinînên taybet ji wan re hat kirin, ku negatîf bûn û biryar hat dayîn ku bo mal bêne şandin.”

Dr. Dilovan Mihemed diyar kir, hejmara giştî ya nexweşên ku li Hewlêrê baş bûne heta niha gihîştiye 215 kesan ji bo xweparastinê û pabendbûna bi rênimayiyan spasiya hemwelatiyan kir û got, cîbicîkirina rênimayiyan garantiya serkeftina me bi ser vê pandemiya cîhanî de ye.

Rêveberê Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê spasiya pizîşkan û tevahiya kadroyên tenduristiyê û hêzên navxwe yên Herêma Kurdistanê jî kir ku can û tenduristiya hemwelatiyan diparêzin.