image

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li payîtext Hewlêrê (Erbîl) drona ku bombe barkirî bû, li avahiya nava jîngehê ket ji ber avahiyê kiribû armanc.

Beşa Antîterorê ya Herêma Kurdistanê di ser hesabê xwe yê Facebookê de ragihandiye ku di êrîşê de ti zerara canî nebûye. Êrîş seet di 18.05an de bûye.

Berê jî êrîşekî weha ji terefê grûba Berxwedana Îslamî ya Iraqê de çûbû ser baregeha Herîr ya leşkerî ku leşkerên Amerîkayê tê de dimînin. Baregeh li Herêma Kurdistanê ji Hewlêrê 70 km dûr e.

Rêxistina Îslamî ya navborî terefdarê Îranêye û ji kesên Şî’a (Şî’î) pêkhatiye.