image

PeyamaKurd - Odeya Operasyonên Hewlêrê di çarçoveya rêgirtina belavbûna vîrusa koronayê biryara qedexeya çûnûhatinê da.

Hat ragihandin ku wê qedexe ji demjimêr 12ê şeva 29ê Hezîranê heta 12ê şeva 4ê Tîrmehê dewam bike û çûnûhatina bi bajarên Iraqê û hemû bajarên din ên Herêma Kurdistanê re qedexe be.

Jûra Orasyonan piştî civîna îro ragihand, wê çûnûhatina nav bajarê Hewlêrê ji demjimêr 6ê sibehê heya 12ê şevê bi hemû awayî qedexe be û ev qedexe tevî hemû qeza û nehiyeyan li tevahiya sînorê parêzgehê be.

Li gorî biryarê, tîmên tenduirstîyê, hêzên ewlekarîyê, dîplomatkar, rêxistinên ajansên Neteweyên Yekbûyî û kompanyayên sotemenîyê û fermangehên xizmetguzarîyê li derveyî qedexeyê ne.

Di biryarê de ji bo dabînkirina pêdawîstîyên xurak û fêkî kelûpelên pêwîst wê marketên mezin, dikanên firoştina fêkî û gîya, dermanxane, cihê sotemeniya otombîlên gazê vekirîbin.