
PeyamaKurd - Rêveberiya tenduristiya Kerkûkê ragihand ku heta niha 21 kes li Kerkûkê bi vîrusa Kkronayê ketine û 10 kes ji wan jî baş bûne.
Berdevkê tenduristiya Kerkûkê, Saman Yabe got, heta niha 21 kes li Kerkûkê bi vîrusa koronayê ketine ku 10 jê baş bûne û kesek jî miriye.
Saman Yabe da xuyakirin, tenê 11 nexweşên wan mane, ew jî di bin çavdêriyê de ne û herwiha li aliyê din jî testa kesên bi gumana Covid-19 tê kirin.