image

PeyamaKurd – Li başûrê Kurdistanê li bajarê Kerkûkê li navça Taze, DEAŞ ê bi çekan êrîş kir û 5 kesan kuşt. Di nav kuştiyan de 3 ji wan polîsê dewletê ne. Li gor ragihandina rêvebiran ya ji bo çapemeniyê; li navça Taze li gundên Sami el-Asi, DEAŞ ê agir berdaye zeviyên genim û ji bo vemirandina agir hêzên ewlehiyê ku çûne ciyê bûyerê, DEAŞ ê bi çekan li wan û gundiyan xistiye.

Piştî bûyerê gelek hêzên asayîşê çûne deverê û ji bo DEAŞ iyan bigrin, dest bi operasyonan kirine. Zeviyên ku DEAŞ ê agir berdayê, îtfaiyê mudaxeleya agir kir.