image

PeyamaKurd - Kurdên li navçeya Daqûq a Kerkûkê dijîn dibêjin, ku beşek ji Erebên ku ji bajarê Selahadînê hawirdekirî  dixwazin dest deynin ser 7 hezar donim erd û milkên wan. 

Kurdên li navçeyê bi bîr dixin ku di sala 1974a de rejîma Sedam Huseyîn ve erd û milk bi zorê ji wan stend û di sala 2003ya de dîsa bo wan hatibû vegerandin û dibêjin: “Ereb niha dîsa wek heyama Sedam hewl didin erd û milkên me ji destê me derbixin.”

Kurdên herêmê dibêjin, ku bi sedan salan e em li vir dijîn. Ev der welatê ji bav û papîrên me ye. Lê niha Erebên ji herêmên din hatine hawirdekirin  dibêjin ev der a me ye.”

Ji aliyê din ve Erebên ji Selahadînê hatine hawirdekirin li gorî belgeyên di heyama sedam de wergirtine dibêjin divê cotkarên Kurd û Tirkmen ên ji sala 2003yê ve li wê derê dijîn zerara wan qerebû bikin.

Derbarê vê mijarê Parlamenterê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê yê endamê Parlamentoya Iraqê Elmas Fazil ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Me ligel parlamenterên Tirkmen serdana Wezareta Çandiniyê ya Iraqê kir û rapora ku me amade kirî pêşkêşî wan kir. Me li ser wê yekê li hev kir ku ev kar niha dê bê rawestandin. Çimkî destdanîna li ser erd û milkên Kurd û Tirkmenan de ne di berjewendiyê xelkê Kerkûkê de ye. Ev ax a wan e. Helwesta rêvebirên xwecihî jî nayê qebûlkirin.

Roja 16 Cotmeha sala borî, Artêşa Iraqê bi hevkariya hêzên Heşda Şebî û bi çekên giran êrîşeke berfireh anîn ser Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û Kerkûk dagîr kirin. Piştre ku Pêşmerge li bajêr û derdorê nema, valahiyeke ewlekariyê çêbû û DAIŞê karî dîsan dest bi tevgera xwe bike.

Ji ber metirsiya DAIŞê piraniya gundên Daqûq hatibûn valakirin li şûna wan Ereb hatibûn bicihkirin.

Qezaya Daqûqê ser bi parêzgeha Kerkûkê ye, ku niha di bin kontrola hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê de ye û nêzîkî 40 kîlometran ji navenda parêzgehê.