image

PeyamaKurd- Li Kerkûkê di van heşt mehên dawî de rêjeya bûyerên kuştin û diziyê ji %60 zêdetir bûye.

Li bajarê Kerkûkê her kû diçe ewlehî û aramî kêmtir dibe. Di van heşt mehên dawî de rêja sûcan ji %60 zêdetir bûye. Di van heşt mehên dawî de 611 bûyerên diziyê çêbûne. Hinek çete hatine girtin, lê belê dizî zêdetir dibe.

Li gorî agahiyên polîsên Kerkûkê, piştî 16ê Cotmehê, ji %60 rêjeya sûcan bilind bûye. Li gorî çavkaniyan bi piranî li taxên Kurdan, diz bi cil û bergên hêzên ewlehiyê dikevine malên Kurdan de. Rêvebiriya leşkerî ya bajêr jî destûrê nade ku malbatên Kurdan çek û sîlehan peyde bikin. Ji ber vê yekê jî dizî û revandin zêde bûye.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di van 24 seetên dawî de li Kerkûkê 2 bûyerên diziyê û 2 bûyerên revandin û kuştinê çêbûne.

Artêşa Iraqê û çekdarên Heşdî Şebî ku Îran wan destek dike, di 16 Cotmehê de Kerkûk vegirtibûn.