
PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, ku 12 kesên din li parêzgeha Hewlêrê bi koronayê ketine.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, ku di berdewamiya pişkinînan û lêgerîna li pey kesên gumanlêkirî de, li Hewlêrê 12 pêketiyên din ên vîrusa nû ya koronayê (Covid-19) hatin tomarkirin.
Li gorî daxuyaniyê 6 ji tûşbûyiyan nîştecihê bajarokê Enkawe ne û 6 tûşbûyiyên din jî şêniyên taxên Gulan, Kaeran Cty û Komelgeha Pîrzîn û Bineslawan in.
Li gor daneyên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, heta niha li Herêma Kurdistanê 544 kes bi koronayê ketine, ku 407 kes ji wan baş bûne û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Herwiha niha li Herêma Kurdistanê 132 nexweşên koronayê li nexweşxaneyan di bin çavdêriya pizîşkî de ne.