image

PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navça Şêrwanê di navbera malbatên mrovên hev, li ser arazî pevçûn derket û di encamê de bav û kur hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn. Bûyer li taxa Kufre çêbû û malbatên pevçûne mirovên hevin. Ji kuştiyan kesê bi navê Hasan Delbe (50) li ciyê pevçûnê miriye û 6 kesên din jî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirina cendirme û tîmên tenduristiyê yê 112 ê, birîndaran birin nexweşxana lêkolîn û perwerdê û nexweşxaneyekî taybet.

Li nexweşxanê Emrullah Delbe (29) ku kurê Hasan Dilbe ye, jiyana xwe ji dest dide.