
PeyamaKurd – Navçeya bajarê Mêrdînê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê, otomobîleke rêwiyan li ser rêya Hevrîşim a navbera Nisêbîn-Cizîrê ji rê derket û di kendalê de wer bû.
Li gorî zanyariyan, du kes bi giranî bi tevahî 5 kes di encama vê bûyera trafîkê de birîndar bûn.
Ji brîndaran kesê bi navê Muhammed Alkiş (22 salî) li nexweşxaneya Nisêbînê ligel destwerdana bijîşkî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Alkiş rakirin morga nexweşxaneyê û derbarê bûyerê de cendermeyan lêpirsîn da destpêkirin.