image

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) li taxa Tepebaşi bi çekan êrîşê ser erebeyekî bazirganî kirin û di encamê de 2 kes mirin û kesekî birîndar bû.

Nasnama kesên êrîşker ne diyare û tenha tîmên tenduristiyê û polîsan çûn ciyê bûyerê. Birîndar birin nexweşxanê û polîs ketiye pey êrîşkeran da wan bigre.

Sedema êrîşê heya niha nehatiye zanîn.