image

Peyemakurd - Di şer û pevçûna navbera du malbatan de li Rihayê 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 6 jî birîndar bûn.

Şer û pevçûna ku hîn sedema wê nehatiye zanîn, li taxa Ikîagiz a navçeya Xelîliyê rû da û herdu malbatên bi paşnavê Yaşûk û Bagiş bi dar û ber û çekan bi hev ketin.

Li gor zanyariyan di bûyerê de kesên bi navê Îbrahîm Bakiş (30 salî) û cerdevan Îbrahîm Bagiş (36 salî) jiyana xwe ji dest dan, 6 kesên din jî birîndar bûn.

Li cihê bûyerê tîmên cenderme û polîsan ji bo deseteserkirina gumanbaran lêkolîn dan destpêkirin.