image

PeyamaKurd – Li navçeya Sêwregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, di navbera du malbatan de şer derket û di encamê de, kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li gundê Qermanekê yê ser bi Sêwregê ve, du malbatan ji ber pirsgirêka erd şer kirin û di encama şer de, her du birayên bi navê Ahmet Çalan ê 42 salî û Dogan Çalan ê 48 salî bi gulleyê çeka ji corê çifteyê birîndar bûn.

Her du birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê.

Dogan Çalan tevî hewldanên pizîşkan, ji ber dijwariya birîna di laşê wî de, li nexweşxaneyê can da û dermankirina Ahmetê birayê wî jî berdewam e.

Herwiha hêzên cendirme yên Tirkiyê, ji bo bûyerên nû neqewimin, li gund û li derdora nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê stendin û ji bo desteserkirina kesên tohmetbar, dest bi hewldanên xwe kirine.