image

PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê taxekî, şîrketekî û 9 apartman xistin bin karantînayê. Li navçeya Bîrecûkê taxa Qarababa û li navçeyên cuda 9 apartman û li navçeya Eyûbiye li Sîte ya Organîzê ya 2 yemîn jî şîrketekî xistin karantînayê.

Li gor ragihandina parêzgeha Rihayê; li Sêweregê, Wêranşehrê, Eyyûbiye, Xelîliye û Bîrecûkê testên hinek hemwelatiyan yên Kovid-19 ê posîtîv derketin. Lewra komîsyona tenduristiyê biryara karantînayê bo wan da.

Ciyên navborî wê heya 14 rojan di karantînayê de bimînin.