image

PeyamaKurd- Li dora yek siet û nîv berê, li bajarê Rihayê li navçeya Serêkaniyê li kêleka malekî teqîn çêbû û di encamê de 4 kes birîndar bûn. Teqîn li taxa Turgut Özal çêbû. Bo ciyê bûyerê tîmên polîs û tenduristiyê hatin sewqkirin. Birîndar bi ambûlansan birin nexweşxaneyên bajarê Rihayê. Birînên birîndaran xedar nînin.

Navçeya Serêkaniyê li ser sînorê Tirkiya îro û Sûriyê ye. Ne diyare bê bûyer ji aliyê kê de hatiye kirin. Polîs li ciyê teqînê lêpirsîna xwe dewam dike. Heya niha beyaneka fermî ji aliyê rayedarên hukumetê de nehatiye kirin.

Medya Tirkiyê li ser îhtîmala ku roket ji aliyê Sûriyê de hatibe disekine.