image

PeyamaKurd – Desteya tenduristiyê ya rêvebiriya xweser ragihand ku di 24 sietên dawiyê de 245 kes bi nexweşîna Kovid-19ê ketine û 8 nexweş jî jiyana xwe ji dest dane. Îro 12 nexweş ji Kovid-19 ê baş bûne. Hevserokê desteya tenduristiyê ya rêvebiriya xweser Ciwan Mistefa rêjeyên 24 sietên dawiyê weha ragihand:

14.681 kes heya îro nexweş ketine.

     485 nexweş heya îro mirine.

      245 kes îro bi nexweşînê ketine.

          8 nexweş îro jiyana xwe dane.

        12 nexweş îro baş bûne.

245 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 37 kes li Hesekê, 39 kes li Qamişlo, 17 kes li Dêrikê, 9 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Girkê Legê, 3 kes li Cil Axa, 12 kes li Kobanî, 26 kes li Dêrezorê, 25 kes li Reqayê, 60 kes li Tebqayê, 4 kes li Minbicê, 1 kes li Şehbayê û 12 kes li Kampa Rojê ne.