image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Rojavayê Kurdistanê 3 endamên din ên Partiya Demokrata Kurdistan Sûriyê (PDK-S) li Qamişlo û Çil Axayê ji êzên bi ser PYDê ve hatin revandin. Ji aliyê din kanala ARK TV ragihandiye ku asayîşa PYDê şeva borî peyamnêrê wan Barzan Husên ji bajarokê Girkê Legê revand û çarenivîsa wî ne diyar e.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriyê (PDKS) Neşet Zaza ragihandiye, şeva borî endamê Desteya Şêwirmendî ya PDKS Mihemed Ayo, endamê Komîteya Herêmî Mihemed Salih û endamê Komîteya Şaxî ya partiyê Izedîn Mela, ji aliyê sê komên serûçavên wan nuxmandî ve li Qamişlo û Çil Axa hatine revandin.

Neşet Zaza hêzên ewlekariyê yên Rêveberiya Xweser di ber revandina wan hersê endamê wan de berpirs dît û got, ew kom bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve ne.

Zaza diyar kiriye ku hinek alî hene naxwazin danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê biserkevin û hewla jinavbirina wan danûstandinan didin.

Herwiha malpera PDK-Sê jî daye xuyakirin ku heta niha ti agahî û zanyarî li ser her sê endamên wan ên revandî tune ne û tometên li ser wan hatine sepandin ne diyar in.

Izedîn Mela di hema demê de rêveberê ofîsa Qamişlo ya rojnameya Kurdistan e.

Li aliyekî din, pismamê rojnamevan Barzan Leyanî, Mehmûd Leyanî li ser torên civakî belav kiriye ku şevê din êrîşî mala pismamê wî hatiye kirin û hatiye revandin.