image

PeyamaKurd - Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser îro 17ê Gulanê lêborîneke giştî ji bo hin tawanên berî 17ê Gulanê hatine kirin ragihand. Efûya giştî ya ji bo cejna Remezanê hatiye ragihandin, tawanên destdirêjiyê û terorê li xwe nagire.

Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser bi sedema hatina cejna Remezanê, efûyeke giştî ya ji 7 madeyan pêk tê gelek tawan û serpêçiyên berî roja 17ê Gulanê li xwe digire derxist.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser, lêborîna giştî ji bilî tawanên terorê û destdirêjiyê, hejmarek tawanên edlî li xwe digire.

Li gorî biyara lêborîna giştî kesên siza li wan hatine birîn û xwe radest nekirine, heta 60 rojan dem bo wan hatiye dayîn ku ji efûyê sûde bigirin.

Ji bo tawanên kuştinê jî divê mafê kesayetî were xistin, yan jî lihevhatin were kirin ji bo lêborîna giştî bicih were. Ji bo tawanên serpêçiyan (binpêkirina yasayan) jî kesê mehkûm tenê dikare pereyên sizayê bide û sûdê ji lêborînê bigire.