
PeyamaKurd - Li Rojhilatê li bajarê Pawe, agirê ku ev çend roj in bi daristanan ketiye, heta niha nehatiye vemirandin.
Nêzîkî hefteyekê ye agir bi daristanên deverên Bozîn û Mirxêl yên bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê ketiye.
Li gorî zanyariyan, heta niha jî ew gir nehatiye vemirandin.
Çend roj berê 3 hawirparêzên kurd, di dema vemirandina wê şewatê de can dabûn.
Tê gotin, heta niha 1400 hektar (14 km çargoşe) daristanên Pawe şewitîne.