PeyamaKurd – Li parêzghea Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, îro Yekşemê 4ê Hezîranê li saet 08:25ê sibehê erdhejeke bi pileya 4.7 rû da.
Hat ragihandin ku navenda erdhejê nehiyeya Gehware ya qezaya Dalaho ye û kûrahiya wî jî 8 kîlometre bûye.
Li gorî medayaya Îranê derbarê erdhejê de hîn ti ziyan nehatine tomarkirin.
Qezaya Dalaho 100 kîlometreyan dikeve rojavayê navenda parêzgeha Kirmaşanê û bi qasî 40 hezar kes lê dijîn.