image

PeyamaKurd – Li bajarê Qersê li navçeya Sariqamîşê li daristanê agir bi pûş û palaxê ser erdê ket. Bi agahdayîna hemwelatiyan bo tîmên vemirandina agir yên Rêvebiriya Daristanan, bi arazozan, bi traktor û tankêrên avê dixebitin da gir bi deverên din nekeve.

Bi sedema bayê xurt tê, tîm dixebitin da agir negihê daran lê niha şewat di sehayekî bi 3 hektaran de dewam dike.

Berpirsên derverê nahêlin ku şivan û heywanên deverê herin seha şewatê û xebat dewam dike. Heya niha sedema şewatê nehatiye zanîn.