image

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, bi tohmeta `endamtî û propagandaya PKKê`, biryara girtina 39 kesan hat dayîn.

Di nava vê salê de, li sînorê parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê 61 kes bi tohmeta `endamtî û propagandaya PKKê` hatibûn desteserkirin û piştî birêveçûna proseya dadgehê, 39 ji wan hatin girtin û 18 jî bi merc hatin azadkirin.

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Semsûrê ve hatine belavkirin, hîn du kes di bin çavan de ne û lêpirsîna li gel wan berdewam e.

Herwiha li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji wan 35 welatiyên bi tohmeta `alîkariya PKKê` hatibûn desteserkirin, bi biryara dadgehê 16 ji wan hatin girtin û 19 kes jî hatin azadkirin.