
PeyamaKurd- Linavçeya Şemzînanê ya girêdayî Colemêrga Bakurê Kurdistanê teqînek çêbû û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Li gor zanyariyên berdest, bûyer bi bombeyeke bi destçêkirî qewimiye û hat gotin ku teqîn di wê demê de çê bûye ku du otomobîlên sivîlan li cadeyê di rê de bûne.
Hat diyarkirin ku di wê bûyerê de Îlham Çevik jiyan xwe ji dest daye û Cevher Yilmaz jî birîndar bûye.
Kesê birîndar bi ambulansê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê û termê kesê ku jiyana xwe ji dest daye jî, radestî morga nexweşxaneyê hat kirin.
Walîtiya Colemêrgê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da. Walîtî di daxuyaniya xwe de PKK bi danîna bombeyê li ser rê tohetmbar kir û piştrast kir, ku di encama teqîna bombekê de welatiyekî sivîl canê xwe ji dest daye û welatiyekî din jî birîndar bûye.
Di daxuyaniya Walîtiyê de herwiha tê gotin, bûyer li ser rêya navçeya leşkerî ya Girê Zirvîn qewimiye û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e.