image

PeyamaKurd- Çen roj berê li ser sînorê Îranê çend heb cesed hatibûn dîtin ku di serma berfê de miribûn. Cesed yên penaberan bûn ku derbasî Tirkiye dibûn. Îro car din li ser sînor ew cendirmeyên ku dewriya sînor bûn, leqayê cesedekî dinê bûn. Cesed li ser sînorê bajarê Wanê navçeya Başkale hat dîtin. Hat tasbîtkirin ku cesed yê kesekî biyaniye.

Cesed birin nexweşxaneya dewletê ya navçeya Başkale.Piştî dozgerî karê xwe li ser cesed pêkanî, şandin rêxistina tib a edlî ya bajarê Wanê.