
PeyamaKurd- Li rojavayê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, di navbera çekdarên koma El Hemzat şer û pevçûn derket.
Li gor ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) hikûmeta Sûriyê, şer û pevçûn li gundê Eyn Hîsan derketiye û di encamê de hejmarek çekdar hatine kuştin û her wiha hejmareke çekdar jî birîndar bûne.
SANAyê diyar kir ku sedema şer û pevçûnan nakokiya li ser diziyê û veguhestina hinek tiştên diziyê bo Tirkiyê bûye.
Li gorî heman nûçeyê, di encama şer û pevçûnên çekdarên koma El Hemzat de, agir girtibû zeviyên ceh û genimên cotkarên gundê Eyn Hîsan.